ŞAREDARIYA MEZIN ÇALAKIYA "DI TEKSTÎL Û MODAYÊ DE BER BI SIFIR BERMAYİYAN" LI DAR XIST

Bi xebata hevpar a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Midûriyeta Şaxa Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Bajar, bi mijara "Di Tekstîl û Modayê de Ber Bi Sifir Bermayiyan" ve çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiya ku li Parka Çanda Ataturkê hat lidarxistin de berhemên ku mamoste û xwendekarên Navenda Piştgiriya Malbatê ya Îpekyoluyê (ADEM) û xwendekarên Beşa Pêşdebirina Zarokan a Lîseya Keçan a Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê amade kiribûn hatin pêşandan. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya ku berhemên ji nû ve vezîvirandin hatin pêşandan, wekî xebatên hunerî yên li ser vezîvirandina bermahiyên tekstîlê, boyaxkirina tîşortan û boyaxkirina çenteyên qumaşê.
Çalakî ji aliyê welatiyan ve jî rastî eleqeyeke mezin hat.